Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku li Amedê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê daxuyand ku her sê gerîlayan li Amedê di encama kompleyekê de canê xwe ji dest daye û got:

“Hevrêyên me Rodî Baz, Çiyager Batman û Çiyager Pasûr 13ê Sibata 2020î li eyaleta Amedê di pêvajoya hêwirîna zivistanê de di encama komployeke şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Rodî Baz: Navê wî yê fermî Jiyan Gulten e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Çiyager Batman: Navê wî yê fermî Muhammed Şîrîn Demîr e û ew ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.

Çiyager Pasûr Amed: Navê wî yê fermî Mesut Yildirim e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê Rodî Baz 2014an, Çiyager Batman û Çiyager Pasûr Amed jî 2018an tevî refên gerîlayan bûne.

TÊBÎNÎ: HPGyê wêneyê Rodî Baz (Jiyan Gulten) parve nekiriye.