Dara Bîlek: Eger Qendîl qebûl neke dê Ocalan Qendîlê red bike

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Dara Bîlek got, “Eger Ocalan bang bike û Qendîl qebûl neke, wê Ocalan reda Qendîlê jî bike û wê bixwaze ev tişt pêk were."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî doh di civîna koma partiya xwe de got, "Bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive."

Gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Hinek alî, bi taybetî jî nijadperestên Tirk bertekên tund nîşan didin û hinek alî jî van gotinan bi awayekî erênî dinirxînin.

Siyasetmedar Dara Bîlek beşdarî bultena Rûdawê bû li ser mijarê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

"Navê vê pêvajoyê ne kifş e"

Li ser "pêvajoya çareseriyê" û helwestên Tirkiyeyê Dara Bîlek got "Navê vê pêvajoyê ne kifş e. Ev pêvajo ya çi ye? Yên ku dest bi pêvajoyê kirine ew bi xwe jî nizanin nav lê nekirine."

Her wiha Bîlek diyar kir şerê Îsraîlê yê bi Hemasê û Hizbulaha Libnanê re roj bi roj ber bi şerekî herêmî ve diçe û ev dikare herêmê jî biguherîne.

Bilek tekez kir ku Tirkiye jî vê yekê li ser xwe wekî gef dibîne û di nav Hikûmeta Tirkiyeyê de jî metrisiyekê çêkiriye û wiha pê de çû:

"Erdogan dixwaze bi kêmasî pirsgirêkên xwe yên navxweyî jî hel bike. Bi baweriya min tiştê ku tê nîqaşkirin, tiştê ku partiyên siyasî li serê nirxandinan dikin meseleya bêçekkirina PKKyê ye."

Dara Bîlek amaje bi wê yekê kir ku "Eger PKK dev ji çekan berde belkî rêya diyalogê û demokratbûnê û danûstandina ji Kurdan û dewletê re veke."

Li ser mijara mixetabbûnê jî Bîlek ragihand ku dema behsa Pirsa Kurd tê kirin partiyên siyasî yên Tirkiyeyê di vê mijarê de ne samîmî ne  û got:

"Pirsa Kurd kifş e. Eger daxwazên Kurdan neyên guhdarîkirin, eger daxwazên wan ên neteweyî neyên pêkanîn, daxwazên wan di destûra Tirkiyeyê de nekevin bin garantiyê, hebûna wan wekî miletek di destûrê de neyê qebûlkirin wî bi çi awayî pirsa Kurd bê çareserkirin?"

Li ser gotinên Devlet Bahçelî û çareserkirina pirsa Kurd, Bîlek diyar kir ku niha Tirkiye dixwaze bi Bahçelî vê pirsê çareser bike beriya wê yî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hatrine kirin, bêyî hevdîtina bi Ocalan re Bahçelî nikare tiştekî wisa bibêje.

"Dê Ocalan Qendîlê red bike"

Li ser helweste Qendîlê jî Bîlek got "Helwesta Qendîlê kifş e û dibêje `ev komployek e ku li hemberî me tê kirin.`"

Li ser pirsa "Eger Abdullah Ocalan bang bike dê Qendîl pabend nebe?” Bîlek wiha bersiv da:

"Bi baweriya min eger Qendîl qebûl neke, wê Ocalan reda Qendîlê jî bike û wê bixwaze ev tişt pêk were."

"Divê her 4 madeyên ewil bêne guhertin"

Li ser çareserkirina pirsa Kurd Dara Bîlek got "Eger li Tirkiyeyê hikûmet, partiyek an aliyekî din bixwaze pirsa Kurd çareser bike, divê pêşgotina destûra Tirkiyeyê û her 4 madeyên ewil bêne guhertin.

Eger partiyeke bibêje ez van madeyan naguherînim û behsa pirsa Kurd bike ev ne samîmiyet e."

Li aliyê din Dara Bîlek tekez kir ku ji bo mafên Kurdan daxwazên Kurdan zelal in.