Bayindir: Gotinên Bahçelî encama têkoşîna gelê Kurd in

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir got, “Gotinên Bahçelî encama têkoşîna gelê Kurd in.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî û got, “Tecdîrê rakin û bila Birêz Ocalan biaxive.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî bersiv da banga Bahçelî ya ji bo Ocalan û got, “Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim.”

Bi taybetî gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir jî li Êliha Bakurê Kurdistanê ev gotin nirxandin.

"Dewletê tim hewl dide têkoşîna gelê Kurd tertûbela bike"

Demokratîk Keskîn Bayindir bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û bandora têkoşînê û got:

“Sîstema dewletê tim hewl dide têkoşîna gelê Kurd tertûbela bike û nehêle.

Ji ber wê jî her demê hewl da li Kurdistanê û bi taybetî jî li Êlihê bi rêbazên xwe yên taybet tev bigere.

Lê ev têkoşîn di hemû qadan de bi pêş ket. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan ne tenê li Êlihê, li Rojava û hemû Kurdistanê roj bi roj mezintir bû.

Ev têkoşîn hat wê astê ku êdî serkeftinên mezin bi xwe re bîne.”

Keskîn Bayindir diyar kir ku gel li Abdullah Ocalan xwedî derket û ji bo azadiya wî derket kolanan.

“Gotinên Bahçelî encama têkoşîna gelê Kurd in”

Bayindir gotinên Bahçelî yên li ser Ocalan jî bi vî rengî nirxandin:

“Her kesî ji bo azadiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan vîna xwe nîşan da. Ev ne bi dizî bû û her kesî ev bi eşkereyî kir.

Ji ber vê jî mijar hat rojeva Erdogan û Bahçelî û dixwazin dest bi pêvajoyekê bikin.

Wan digot ku dê yekîtî û têkoşîna Kurdan ji holê rakin lê niha ew li ber nemanê ne, dikin ku bihelin.

Em li vir in, li ser pêyan in û em têkoşîna xwe didomînin. Me giraniya xwe danî ser wanên ku dijmintiya me dikir.

Ev rastî demeke krîtîk hat. An dê vê mijarê bi muxatabên wê re çareser bikin an jî dê xetayeke mezin bikin û parçe bibin.

Bahçelî îro jî di axaftina xwe de tiştên balkêş gotin. Ev gotin encama têkoşîna rewa ya gelê Kurd in.”