Ozgur Ozel li Amedê bi stranên Kurdî hat pêşwazîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi stranên Kurdî hat pêşwazîkirin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dest bi geşta xwe ya Bakurê Kurdistanê kir.

Ozgur Ozel şêva borî çû Amedê û ew li wê derê bi stranên Kurdî hat pêşwazîkrin.

Ozel dê piştî Amedê bajarên wekî Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Wan û Colemêrgê jî ziyaret bike.

Serokê CHPyê dê îro di çarçoveya serdana xwe de destpêkê bi nûner û endamên saziyên civaka sivîl ên jinan re taştê bixwe.

Ozel dê piştî wê biçe Parêzgariya Amedê, piştî wê jî dê esnaf û dikandarên navçeya Sûrê ziyaret bike.

Ozel dê xwarina nîvro jî bi karmendên kargeha Jiberê re bixwe.

Ozel piştre dê Amedsporê ziyaret bike û ji wê derê jî derbasî rêxistina CHPyê ya Amedê bibe.

Her wiha dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ziyaret bike û dê bernameya xwe ya Amedê bi civîna bi Konseya Bajêr re bi dawî bike.