Nêçîrvan Barzanî û Mark Straw civiyan: 'Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê girîng e'
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mark Straw daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinên de “pêşhateyên dawiyê yên li herêmê û êrişên ku hêzên Amerîkayê dikin armanc” hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de xeyn ji van mijaran, “şerê Hemas-Îsraîlê û hevahengiya ewlehiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de” hatin nirxandin.
Her du aliyan nîgeraniya xwe ya ji ber bûyerên dawiyê yên li Rojhilata Navînê anî ziman.
Barzanî û Mark Straw da zanîn ji parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî girîng e.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Amerîkayî destnîşan kir ku ji bo parastina aramî û ewlehiyê hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Îraqî de girîng e.