Hevserokê HEDEPê: Pirsa Kurd bi dizî nayê çareserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HEDEPê Tuncer Bakirhan got, “Bi desthilatê re ti hevdîtinên me nînin lê kî dibe bila be, ka çi dixwaze bi awayekî vekirî parve bike û çareseriyê teqez bike, em dikarin hevdîtinê bikin.”
Partiya Çepên Kesk di 4emîn kongreya xwe de navê xwe kir Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).
Herwiha Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan wekî Hevserokên HEDEPê hatin hilbijartin.
Tuncer Bakirhan ji BirGunê re axivî û têkildarê pêvajoya aşitiyê nirxandin kir.
Tuncer Bakirhan wiha axivî:
“Di xeta partiyê de guharînek nîne, di xwedî lê derketin û parastinê de guherîn çêbûn.
Xeta sereke ya partiyê, wekhevî û hevpariya hemû gelên Tirkiyeyê ye.
Li ser vê erdnîgariyê pêwîste ji bo Kurdan, Elewiyan, kedkaran, jinan demokrasiyeke wekhev hebe.
Em ji bo Tirkiyeyeke ku tê de bindestî, bêhêvîtî, xema kar û xwarinê tinebe têdikoşin.
Tiştên bên guherîn, pratîka ku em dişopînin, tifaqên ku em pêk tînin, têkiliya ku em bi civakê re ava dikin derbaskirina rewşa ku nikare bibe bersiv e.
Ne tenê em, çepgir û hemû hêzên li ser vê zemînê ji hawîrdorê ku em weke kirde dibînin cuda dibin. Em dê hewil bidin ku ji van rizgar bibin.
Dê di warê çareseriya pirsgirêkên civakî, dînamîkbûn, li qadan çalaktir, li ser bingeheke demokratîk têkoşîna li dijî sîstemê de nûbûnên me çêbibin.”
Tifaqên siyaseta Kurd
Di vê hilbijartinê de tifaqên sivik ku bi piranî di hilbijartinan de pêk tên dersên mezin dan me. Dubarekirina pratîka berê, xirabiya herî mezin e ku em li vî gelî bikin.
Divê bingeheke ya têkoşînê ku bi partiyên siyasî re nehatiye sînordarkirin ava bibe. Ev tifaqa herî baş û herî rast e.
Yan em dê dev ji îdiayên xwe berdin û bi gotinên ‘em di bin banê îtifaqê de dicivin, em dê bi ser bikevin’ civakê nexapînin. Yan jî ji bo demokrasiyê, ji bo kedkaran, ji bo pêşeroja me çi ya rast be em dê bikin.”
“Eger çareserî teqez be em dikarin hevdînê bikin”
Tevgera Kurd, her tim bi tevgerên çep, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê re bi hiqûqa rêhevaltiyê tevgeriyaye.
Ev pêvajo berê jî vekirî bi rê ve diçû. Li giravê maseyek hat danîn.
Hemû hûrgiliyên civînê bi medyayê re hatin parvekirin. Ev pêvajoya aşitiyê bû, ya rast jî ev bû.
Eger meseleya Kurd bê çareserkirin, mase ji aliyê kê ve hatibe danîn ne girîng e. Sedema ku welat di vê rewşê de ye ew e ku çareserî tine ye.
Ew pêvajo bi dawî bû. Ne hewce ye ku em rave bikin ku Kurd piştî wê heyamê di çi re derbas bûne.
Termê dê û zarokan li kolanan di serincan de man. Her roj cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derdikevin.
Kurd ji her aliyê sîstemê hatine dûrxistin. Gelek bûyer qewimîn. Piştî ewqas êşê, em dê çi bi kê re veşartî bi rê ve bibin?
Bi desthilatê re ti hevdîtinên me nîne lê kî dibe bila be, ka çi dixwaze bi awayekî vekirî parve bike û çareseriyê teqez bike, em dikarin hevdîtinê bikin.”