Hikûmeta Sûriyê Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê yê Kantona Cizîrê serbest berda

23-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kantona Cizîrê Heseke Hikûmeta Sûriyê Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kantona Cizîrê Mela Mihemed Reşîd Xerzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyê, Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kantona Cizîrê, Mela Mihemed Reşîd Xerzanî serbest berdan.

 

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve şeva bihorî, hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyê Mihemed Mela Reşîd, serokê Yekîtiya zanayên ola Îslamê li herêma Cizîrê serbest berdan.

 

Duh roja Duşembiyê 22ê Cotmeha 2018, hêzên ewlekariya siyasî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê girtibûn.

 

Piştî çend saetan ji girtina wî, hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyê Mela Mihemed Reşîd Xerzanî serbest berdan.

 

Mihemed Mela Reşîd Elî pêştir li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiribû, ku Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kantona Cizîrê Mela Mihemed Reşîd Xerzanî, ji bo deranîna pasporta neviyê xwe serdana liqa rêveberiya koç û paportan li bajarê Hesekê kiribû, lê ji aliyê ewlekariya siyasî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve hat girtin.

 

Mela Mihemed Reşîd Xerzanî pêşnimêjê Mizgevta Bedir a li taxa Hilaliye ya bajarê Qamişlo ye û Serokatiya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kantona Cizîrê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst