Encumena Asayîşa Kurdistanê: Heşd û artêşê Iraqê hêzeke zêde komkirine

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku hêzên Iraqê û Heşda Şeibî hêzeke zêde anîne Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, liv û tevgera xwe ya ki van herêman jî zêdetir kirine.


Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di 48 demjimêrên derbasbûyî de hêzên iraqî, ku ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin, hêzekî zêde bi tank, top û otomobîlên zirxpoşên amerîkî anîne navçeyênd erdora Herêma Kurdistanê.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê dayîn, ku Iraqê ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî ti briyarek nedaye û piştî êrîşa li Kerkûk û Pirdê liv û tevgera leşkerî zêde bûye.

 

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike da ku hêzên leşkerî ji wan navçeyan vekişe, herweke serkirdetiya Herêma Kurdistanê xwestiye, pirsgirêkan bê merc bi riya guftugo çareser bikin.