Li Qamişloyê protesto berdewam dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Rêveberiya Xweser a bihakirina mazotê îro jî hat protestokirin.

Li Qomişloyê protestoyên li hemberî bihakirina mazotê ev 6 roj in ku berdewam dikin.

Hejmarek çalakvanên civaka sivîl, kesayetiyên siyasî û xelkê sivîl îro jî li ber Şaredariya Qamişloyê civiyan.

Xwepêşander diruşmên protestokirina biryara bihakirina mazotê heta Meydana Soniyê meşiyan.

Şemdîn Nebiyê ku beşdarî xwepêşandana protestokirinê bû ji Rûdawê re got ku “Xwepêşander dixwazin Rêveberiya Xweser biryara xwe hilweşîne.”

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê mazotê nêzîkî ji sedî 400 hatibû zêdekirin.

Li ser vê biryara bihakirina mazotê, li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û xwepêşandan tên kirin.