Hêzên Civaka Sivîl daxwaza hilweşandina biryara girtina dibistanên taybet dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Civaka Sivîl yên Kurdistanî li gel Komîteya dibistan û peymangehan civiya. Hêzên Civaka Sivîl yên Kurdistanî ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin ku biryara girtina peymangeh û dibistanên taybet hilweşîne.

Endazyar Alla Hebo ji Hêzên Civaka Sivîl yên Kurdistanî ji Rûdawê re ragihand, di heyama çend rojên bûrî de, ew ligel piraniya aliyên peywendîdar bi girtina dibistan û peymangehên taybet re civiyan û îro jî li gel Komîteya dibistan û peymangehan re civiyan.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir ku hemû rêxistin, partî, sendîka, aliyên serbixwe, dibistan û peymangehên taybet amade ne ji bo greva giştî.

Ala Hebo her wiha destnîşan kir, sibe perwerdeyên Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi cuda li gel nûnerên dibistanên taybet û peymangehan re dicivin, eger Rêveberiya Xweser ji biryara xwe venegerin, ew ê di çend rojên bê de greva giştî rabigihînin.

Hêzên Civaka Sivîl yên Kurdistanî daxwaz ji ENKSê, Partiya Nîştimanî, sazî û kesayetên civakî û çandî û rewşenbîrî dikin ku hevahingiyê bikin ji bo hilweşandina biryara girtina peymangeh û dibistanên taybet.