Parlamentera Kurd piştî êrişa ser rojnamevan ‘Rengîn Şero’ bang li PYDê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Kurdistanî Amîne Zikrî derbarê êrişa hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bo ser peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero de ragihand: “Lêda, bêrêzîkirin û rêgirîkirin li rojnamevan Rengîn Şero, di demekê de ku ducanî bûye, dûr ji prensîpên demokrasî, exlaq û kultura kurdewarî û prensîpên mafê jinê û yasayên navdewletî yên mafê mirovan e.”

 

Endama Parlamentoya Kurdistanê, Amîne Zikrî li ser lêdan û sivikatîkirin bi rojnamevan û peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, Rengîn Şero û rêgirîkirin li wê bo serdankirina kesûkarên xwe li Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da.

 

Amîne Zikrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re dilgiraniya xwe li hember êrişa li ser rojnamevan Rengîn Şero anî ziman û bi tundî ew êriş û rêgirîkirin li wê bo serdana Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

 

Amîne Zikrî ragihand: “Gelek cihê mixabiniyê ye ku lêdan, sivikatîkirin, desteserkirin û detdirjê bo ser rojnamevan û wan xelkên ku bi bîr û baweriyên PKKê re nînin, bûye kar û pîşeya Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê.”

 

Zikrî got: “Ev cara yekem nîne, ku Asayişa PYDê rê li xelkê Rojavayê Kurdistanê digirin, ku serdana kesûkar û xizmên xwe bikin.”

 

Zikrî bi amajedan bi gotinên dirûşmên weke yekîtiya Kurdan ji aliyê hin hêz û partiyan ve da xuyakirin: Yekîtiya Kurdan bi dirûşman çê nabe, belku bi qebûlkirine hev û ji hev têgihîştinê dibe.

 

Wê parlamentera Kurdistanî destnîşan kir: “Lêdan, bêrêzîkirin û rêgirtin li xanima rojnamevan a Tora Medyayî ya Rûdawê, Rengîn Şero di demekê de ku ew ducanî bûye, dûr e ji prensîpên mafên jinê, yasayên navdewletî yên mafên mirov û karê rojnamevanî, prensîpên demokrasî û herwiha dûr e ji yasa û kultur û adetên pîroz ên kurdewarî.”

 

Amîne Zikrî di berdewamiya axavtina xwe de bang li jinên nav Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir, ku wan reftarên kirêt li hember jinan û xelkê Rojavayê Kurdistanê qebûl nekin.

 

Zikrî wiha axivî:

 

“Ez bi hemû şêweyekê wê reftara kirêt, nehêja û tundûtîj şermezar dikim û hêvî dikim jinên xebatkar ên di nav PYDê de bêdengiyê bişkînin û qebûl nekin ku êdî bêrêzî li hember jinan û xelkê Rojavayê Kurdistanê were kirin.”

 

Duh pênşemî 22ê Îlona 2016 hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê, bi lêdan û sivikatîkirinê, rê nedan ku peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê Rengîn Şero derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û serdana dayik û bav û kesûkarên xwe bike.

 

Rengîn Şero ragihand, ku ew tenê bo serdana dayik û bavê xwe çûbû Rojavayê Kurdistanê û bo karê rojnmavenî neçûbû.

 

Şero dixwast biçe dîtine dayik û bav û kesûkarên xwe ku li gundê Dûgirka yê nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê ser bi parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ve dijîn.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê her duh derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û tê de êrişa ser rojnamevan Rengîn Şero bi tundî şermezar kir.