Dihok - Li Şêxanê wesayîteke leşkerên Îtalyayê wergeriya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêxanê ya Dihokê wesayîteke leşkerên Îtalyayê wergeriya, tenê ziyana madî çêbû.
Li gundê Çireyê yê nahiyeya Qesrokê ya navçeya Şêxanê ya Dihokê li ser rêya Hewlêr-Dihokê wesayîteke leşkerên Îtalyayê qulibî.
Birêvebirê nahiyeya Qesrokê Mehran Nêrweyî li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Mehran Nêrweyî got, “Îro saet 13:45an otomobîleke leşkerên Îtalyayê ya ku cureyê wê Hummer e li ser rêya sereke ya Hewlêr-Dihokê li nêzikî gundê Çireyê wergeriya.”
Herwiha da zanîn ku 4 kes leşker di wesayîtê de bûne û her çar jî bi silamet in, tenê ziyana madî çêbûye.
Li aliyê din, Mehran Nêrweyî ragihand ku wesayîta leşkerî bi xwe wergeriyaye û li ti wesayîteke din neqelibiye û li ser qezayê ti giliyek nehatiye kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, “2 helîkopterên leşkerî çûne cihê bûyerê û leşker rakirine Hewlêrê.
Karwanê leşkerî yê Îtalyayê ji Hewlêrê bi rê ketibû û nayê zanîn ku dema qeza rû da ber bi ku ve diçû.
Wesayîteke leşkerên Îtalyayê li navçeya Şêxanê ya Dihokê wergeriya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 23, 2024
Tîmên wan bi helîkopteran diçin hawara leşkeran û wan ji cihê bûyerê vediguhêzin pic.twitter.com/oMTb1H4d4h