Li Mereşê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Goksûnê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê saet 14:59an rû daye.
Li gorî agahiyên AFADê, kûrahiya erdhejê jî 7,05 kîlometre bûye.
Rayedarên bajêr heta niha li ser erdhejê ti daxuyanî nedaye.