Du otomobîlan li jina pîr xist û ew kuşt
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li jineke pîr da û ew jin mir.
Bûyerê li ser rêya Meletî-Semsûrê rû da.
Dema Înce Bîlgîliya 65 salî dixwest derbasî aliyên din ê rê bibe otomobîlekê lê xist.
Înce Bîlgîlî bi bandora lêdanê pekiya aliyê din ê rê û li wê derê jî otomobîleke din lê da.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan tesbît kir ku jina pir miriye.