Li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê qeza: 5 kes şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) – Berê vê sibehê li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê 3 otomobîlan li hev xist.

Piştî qezayê êgir girt otomobîlan û 5 kesên di wan de şewitîn û mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Qezayê li nêzîkî gundê Nebiyaweyê yê di navbera Kerkûk û Pirdê de rû da.

Polîsê Pirdê ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku 3 otomobîlan li hev daye.

Li gorî daxuyaniya polîsan, 5 kesên ku di otomobîlan de şewitîne mirine û 2 birîndar hene.

Birîndar vehugastine nexweşxaneyan û tedawiya wan berdewam dike.

Şahidê ku dîmen ji Rûdawê re şandine diyar kir ku 2 otomobîl gelekî bi lez diçûn.

Hat zanîn ku ji sedî 70yê laşê birîndarekî şewitiye û 5 kesên mirî ji Kerkûk û Bexdayê ne.