SÊRT - Ji hevjîna xwe aciz bû, xwe kuşt!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî zilamekî ji ber pirsgirêka bi hevjîna xwe re, xwe kuşt. 

Li gorî zanyariyan, di navbera L.K. û hevjîna wî E.Kyê de pirsgirêk hebûn û hevjîna wî dixwest ji wî cuda bibe.

E.Kyê derbarê hevjînê xwe L.K. de ji dadgehê biryara dûrxistina ji malê wergirtibû.

Şeva borî li Taxa Kooperatifê ya Sêrtê, L.K. di ser banê avahiyê re bi zorê ket nav xaniyê ku hevjîn û zarokên wî lê dijiyan.

Hevjîn û zarokên wî piştî ku dibînin L.K. dikeve nav malê derdikevin derve.

L.K. deriyê malê li ser xwe digire û agir berdide xanî. 

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

L.K. tevî hişyariyan derî venakir û piştî hewldanên şikandina derî yên tîmên parastina sivîlan bi demançeyê xwe kuşt.

Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin.

Tîmên tenduristiyê termê L.K. ji bo karên otopsiyê veguhest morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.