Babacan: 190 milyar dolarê xelkê bi dizî firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan ragihand ku Banka Navendî ya Tirkiyê 190 milyar dolarên xelkê bi dizî firotine.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan di Civîna Serokên Bajaran ên DEVAyê de axifî û derbarê aborî de desthilat bi tundî rexne kir.

Babacan got: “Kî dê krîza aborî çareser bike? Beştepe (Koşka Erdogan)? Di xewna xwe de jî nikare çareser bike. Ji ber krîz bandorê li Beştepe û derdora wê nake. Zehmetiyên wê nabînin. Ew di jiyana xeyalî de ne. Ji xwe sedeme qeyranê ew bixwe ne. Înşallah plana çareserkirina qeyranê di destê me de ye. Em dê piştî hilbijartinan bên ser desthilatê û çareser bikin.”

Serokê DEVAyê dibêje: “Beştepeyê 190 milyar dolarên xelkê bêyî ku pê biêşin bi dizî firotin. Eger tiştê ku te kiriye rast e, çima vedişêrî? Çima eşkere nakî, ku te çiqas firotiye, firotiye kê û çima firotiye. Mirov ji hesabên rast direve? Derkeve eşkere bike, bêje evqas pêwîst bû min firot. Na bi dizî kirine, nabêjin.”

Babacan herwiha îdia kir ku ji ber guh nedane şîretên wî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo 3-5 milyar dolaran li beramber hinek kesan dest ji hinek prensîban berdaye.