Li Sêrtê bûyerên trafîkê: 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek kete kanala rêya ku dihat çêkirin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Li Dihê jî otomobîlek kete nava çem, şofêr canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan doh Şemiyê li navçeya Misircê ya Sêrtê otomobîlek li herêma ku rêya gund lê dihate çêkirin ket kanala kêleka rê û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.

Piştî kar û xebatên rizgarkirinê 6 kes hatine derxistin ku kesekî canê xwe ji dest daye û 5 jî birîndar bûne.

Her wiha li navçeya Dihê ya heman parêzgehê jî otomobîlek ji rê derketiye û ketiye nava çem û di encamê de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest daye.