DAIŞ bi hêsanî li Tirkiyeyê tevdigere

Amed (Rûdaw) -  Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe êrişên DAİŞê zêdetir dibe û pêşî li vê yekê nikare were girtin. Hiquqnas amaje dikin ku valahiyên hiquqî yên di yasayên Tirkiyê de jî sedemeke girîng a vê yekê ye.


Rêxistina DAİŞê her çiqas li Tirkiyeyê û li qada navnetewî wek rêxistineke terorîstî hatibe pejirandin jî endamên wê li gelek deveran bi hêsanî dikarin tevbigerin.  Gelek kesên ku dixwazin tevlî DAIŞê bibin li Tirkiyeyê tên girtin û ji ber ku yasayên Tirkiyeyê derfeta darizandina van kesan nade ev kes jî tên dersînor kirin û nayên darizandin. Ev yek jî ji bo pêşerojê xetereyan bi xwe re tîne.

 

Parêzer Neşet Giresûn ji Rûdawê re diyar kir ku pêwîst e Tirkiye helwesta xwe ya li dijî DAIŞê tundtir û berçavtir bike ku bikare pêşî li êrîşên terorîstî bigire.


Li Tirkiyê valahiya hiquqî herî gelek di warê kesên biyanî ku dema dixwestin tevlî DAIŞê bibin hatine girtin de derdikeve holê û ev yek wek pirsgirêkekê her roj zêdetir dibe.