ŞIRNEX: Otomobîla cerdevanan qulibî: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basan a parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî ku cerdevan tê de bûn.

Di vê qezayê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla cerdevanan dema ji Basan vedigeriya qulibî û her 5 kesên tê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman her 5 birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Cerdevanê bi navê C. E. Li nexweşxaneyê mir û tedawiya her çarên din berdewam dike.