Semsûr - Barhilgir ket kanalê: Şofêr xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek ji rê derket û ket kanala avdaniyê, şofêr xeniqî.

Barhilgira ku Omer Alanê 53 salî diajot li nêzîkî gundê Baronekê ji rê derket û ket kanala avdaniyê.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristîyê û parastina sivîlan, AFAD û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîma polîsan a binavê ji bo rizgarkirina şofêr di nav kanalê de dest bi xebatê kir.

Di encama xebatê de cenazeyê şofêrê ku di barhilgirê de asê mabû hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Omer Alan bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.