Li Rojhilatê Kurdistanê qezayên trafîkê: 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) –  Li parêzgehên Loristan û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayên trafkê 4 kes mirin û 8 kes ji birîndar bûn.

Birêveberê Birêveberiya Rê û Piran a Loristanê Mihemed Zarî eşkere kir ku îro serê sibehê li ser rêya Pulduxter-Xuremawayê li nêzîkî gundê Çem Dêwanê 2 otomobîl li hevdû qelibîn.

Li gorî gotina Mihemed Zarî, di wê qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne û rewşa tenduristiya wan baş nîne.

Mihemed Zarî amaje bi wê yekê jî kir ku otomobîlek ji rêya xwe derketiye û li otomobîla din qelibiye.

Li Kirmaşanê kesek miriye 5 kes birîndar bûne

Li aliyê din, li gorî zanyariyan li parêzgeha Kirmaşanê jî 2 otomobîl li hevdû qelibîne û ji ber wê qezayê kesekî canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Birêveberê Heyva Sor a Kirmaşanê Mihemed Baqir Mihemedî diyar kir ku bûyer li ser rêya navçeyên Qesrî Şirîn û Serpêl Zewahê çêbûye.

Mihemed Baqir Mihemedî piştrast kir ku kesekî canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Mihemedî amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên Heyva Sor birîndar birine nexweşxaneyan.