Li Siwêregê agir bi zeviyên genim ket: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê agir bi genimê cotkaran ket. Di bûyerê de 2 kesên ku hewl didan agir vemirînin birîndar bûn.

Roja Înê 23ê Adara 2023an li taxa Karasu ya girêdayî navçeya Siwêreg a Rihayê agir bi beşek ji zeviyên genim ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û tevî welatiyan hewldan agir vemirînin.

Di xebatên vemirandina agir de welatiyên bi navên Menduh Kîraz  (20) û Onur Yeşîlyaprak (24) di nav pêtên agir de man û birîndar bûn.

Her du welatiyên navborî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin rakirin.

Li gor agahiyan ku rewşa Menduh Kîraz ne baş e û ji ber giraniya birînên xwe ji bo Nexweşxaneya Rihayê  hatiye rakirin.

Piştî demekê agirê ku bi zeviyên genim ketiye ji aliyê tîmên agirvemirandinê û welatiyan ve hat vemirandin.

Hat ragihandin ku bi giştî 250 donim zeviyên genimê cotkarên navçeyê şewitiye.