Li Erziromê kamyona ard wergeriya: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Espîrê ya parêzgeha Erziroma Bakurê Kurdistanê kamyonek wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Kamyoneke ku ard ji parêzgeha Rizeyê barkiribû li navçeye Espîrê ya Erziromê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama qezayê de kesekî bi navê Bayram Aktaş ê 44 salî di kamyonê de canê xwe ji dest da.

Herwiha kesekî din jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Espîrê.

Hat zanîn ku dermankirina wî li nexweşxaneyê berdewam dike.