Li Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir roj bi roj zêdetir dibe û malbat bê çare ne.

Huseyîn Yilmazoglu li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ji bo du zarokên xwe dest bi çalakiyê rûniştinê kiriye.

Kurên wî yên 19 û 21 salî tûşî madeyên hişbir bûne û niha yek li nexweşxaneyê tê dermankirin û yek jî di girtîgehê de ye.

Huseyîn Yilmazoglu dîmenên zarokên xwe ji Rûdawê re şandin û dixwaze zarokên wî ji vê belayê bên rizgarkirin.

“Divê dibistan li ser tevgerên zarokan raweste”

Derûnnas û mamoste Abdulkadîr Gok da zanîn ku divê li dibistanan bi berdewamî çavdêriya zarokan bê kirin û got:

“Divê dibistan li ser derûniya zarokan û tevgerên wan raweste.

Bi vî awayî eger zarok, xort an ciwanên ku ev tişt bi kar anîne hebin, divê saziyên pêwendîdar ji aliyê derûnnasî û psikîyatrî û tendirustiyê ve tedawiya wan bikin.”

Malbatên ku zarokên wan dikevin belaya madeyên hişbir ji her alî ve têk diçin û nizanin çi bikin.

Pispor dibêjin ji bo rêgiriyê, divê hevahengiya malbat, mamoste û saziyên hikumî xurt be.

“Gelek malbat bê çare mane”

Abdulkadîr Gok bal kişand ser bêçareriya malbatan û anî zimên:

“Gelek malbat di vî warî de bê çare mane.

Dema zarokên wan dikevin hembêza madeyên hişbir û çareserî jî nabe ew malbat ji her alî ve, ji aliyê civakî, derûnî, aborî, ewlehî û exlaqî ve xirab dibe.”

Li gorî Rapora Madeyên Hişbir a Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyeyê ya sala 2023an, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber madeyên hişbir 302 hezar û 911 kes tên dermankirin.

Piraniya wan li dibistanan dest bi bikaranîna madeyên hişbir dikin û ji sedî 52,6ê wan di navbera 25 û 34 salî de ne.

Herwiha sala 2022yan 246 hezar û 237 hezar bûyerên madeyên hişbir rû daye û 114 hezar û 924 tawanbarên madeyên hişbir di girtîgehan de ne ku dike ji sedî 35,4ê temamê girtiyan.