MEREŞ - Li kargehê teqîn: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê li kargeha boyaxê teqînek çêbû, di teqînê de 3 karker birîndar bûn.

Sedema teqînê heta niha jî kifş nebûye û hinek beşên kargehê ji ber teqînê hefirîne.

Piştî teqînê tîmên parastinê yên sivîl, AFAD, polîs û tîmên tenduristiyê çûn kargehê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.

Tîman ji ber egere ku hinek karker di binê kavilan de mabin xebatên lêgerînê kirin lê derket holê ku kes di binê kavilan de nîne.