Ketin qirika hev, bavê xwe kuşt!

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bavê xwe bi çekê kuşt.

Li gorî agahiyan, Fahrettîn A. (55) û kurê wî M.T.A. (25) ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû M.T.A. gule berdan bavê xwe.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan tesbît kir ku Fahrettîn A. miriye.

Tîmên tenduristiyê termê wî veguhast Saziya Tiba Dadî ya Erziromê.

Polîsan jî M.T.A. desteser kir.