Li Mereşê erdhej
Hewlêr (Rûdaw) – Îro erdhejekê bi hêza 4.2 pileyê Rîxterê parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê hejand.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, îro serê sibê saet di 04:12an de erdhejek li parêzgeha Mereşê çêbûye.
Li gor AFADê, navenda erdhejê li navçeya Goksun û hêza wê 4.2 pileyê Rîxter bûye.
Hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 6.98 kîlometriya erdê de çêbûye.
Şevê din jî erdhejek li navçeya Goksun a Mereşê çêbûbû.
Li gor AFADê, erdheja şevê din saet di 19:06an de çêbûbû û hêza wê 4.7 pile û di kûrahiya 7 kîlometriya erdê de bûye.
Herwiha duh li parêzgeha Edeneyê ya li başûrê Tirkiyê jî erdhej çêbûbû. Hatiye ragihandin ku erdheja li Edeneyê navenda wê li navçeya Saîmbelî û bi hêza 4.5 pileyên Rîxterê bûye.