Li Şino jinek zêdetirî 40 salan e tendûran çêdike

Hewlêr (Rûdaw) – Zara Xanim a ji bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir 40 salan e tendûran çêdike, ew ji diya xwe fêr bûye û bi vî karî navdar bûye.

Berê dema ku firin kêm bûn, li piraniya malan, nemaze li gundan, tendûr hebûn. Tendûr ji bo çêkirina xwarinan û pijandina nan bi kar dianîn lê di bîst salên borî de, bi zêdebûna hejmara firinan û guherîna şêwaza jiyanê, tendûran rola xwe ya berê winda kirine lê heta niha jî li gelek herêmên Kurdistanê tê bikaranîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî mehekê ye ji ber ku hikûmet êdî ji bo hawirdekirina genim alîkariya xelkê nake, ard biha bûye. Ji ber bihabûna ard firinan firotina nan sînordar kirine û pirsgirêka kêmbûna nan derketiye holê ji ber vê rewşê xelk berê xwe didin bikaranîna tendûran.

Kargeha biçûk a Zara Xanimê li Şinoyê ye lê navûdengê tendûra wê gelekî dûr belav bûye û ji herêmên cuda kiryarên wê hene.

Bikaranîna tendûrê ne hêsan e, hinek tendûr bi gazê dixebitin lê dîsa jî zehmet e. Hejmara jinên ku dizanin di tendûrê de nan bipêjin pir kêm bûye.