Li Şarezûrê pevçûna çekdarî; Kuştî û birîndar hene

Şarezûr (Rûdaw) –  Li ber baregeha Dadgeha Şarezûrê li parêzgeha Silêmaniyê du alî bi çekan hatin û teqe li hev kirin, di encama bûyerê de kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.

 

Qayimeqamê Şarezûrê Rizgar Xefûr ji Rûdawê re ragihand, îro çarşemê li ber avahiya Dadgeha Şarezûrê di navbera du malbatan de, ku xizmên hev in û berî niha di navbera wan de pirsgirêk hebûne, bi çek û kêran şer û pevçûn derket.

 

Rizgar Xefûr eşkere kir: “Di navbera herdu malbatan de pirsgirêk hebûne û dema ku diçûn dadgehê di navbera wan de şer derket û di encama bûyerê de kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.”

 

Qayimeqamê Şarezûrê diyar kir ku herdu malbat xelkê gundê Kanî Mîr ê ser bi bajarokê Warmawan in û got: “Li ser wê şer û pevçûnê, çend kes hatin desteserkirin û li ser bûyerê jî lêpirsîn dest pê kiriye.”

 

Navçeya Şarezûrê li Helebçeya Nû ye û ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye. Nêzîkî 50 kîlometre dûrî navenda bajarê Silêmanî ye. Li Şarezûrê 81 hezar niştecih hene.

 

 


 

Wêneya xortê ku îro di şer û pevçûnê de hat kuştin