Li Edeneyê mirin, li Mêrdînê li kêleka hev hatin veşartin

Hewlêr (Rûdaw) – 4 Kesên ku li Edeneyê di qezayekê de miribûn li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li kêleka hev hatin veşartin.

Doh li navçeya Karaîsaliyê ya Edeneyê mînîbuseke karkerên demsalî ji kendal ket xwarê û agir pê ket.

Di vê qezayê de Zeynettîn Çakil (20), Zozan Sakîn (18), Serkan Çakil (13) û Bunyamin Çakil (6) canê xwe ji dest da.

Cenazeyên her çaran ji Edeneyê veguhastin Nexweşxaneyê Dewletê ya Qoserê.

Xizmên wan îro ew li Taxa Firatê ya li ser rêya Eradê li kêleka hev spartin axê.

Di heman qezayê de 17 kes birîndar bûbûn û 7 ji wan zarok bûn.

Hat zanîn ku berê wan li navçeya Salîhliyê ya Manîsayê bû lê rêwîtiya ku ji ber hejariyê û ji bo geza nanê xwe dest pê kir bi mirinê xelas bû.

Her sal bi sed hezaran Kurdên hejar ji bo destheqekî kêm berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê da ku qûtê xwe yê salane bibin mala xwe lê her sal gelek qezayên dilşewat ên bi vî rengî rû didin.