Xezîneya Ebûbekir Bexdadî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Reqayê bermîlên zêr û dolar ên serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatin dîtin.
Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ku di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkariya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûriyê hatibû kuştin, li gor çavkaniyekî herêmî xezîneya wî li başûrê bajarê Reqayê hat dîtin ku têde bermîlên zêr û dolar hebûye.
Bi gotina wê çavkaniyê ew zêr û per ji aliyê tîmeke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Amerîkî ve hatine dîtin.
Rêxistina DAIŞê di sala 2014 an de bajarê Reqayê dagir kiribû piştre li Sûriye û Iraqê belav bibû û piraniya Rojavayê Kurdistanê jî xistibû bin kontrola xwe.
Ebûbekir Bexdadî Reqa weke “paytexta xîlafetê” xwe îlan kiribû û li wir bi cih bibû.
Bexdadî di 26ê Cotmeha 2019an de di operasyoneke hêzên Amerîkayê de li Idlibê hatibû kuştin.