Rojnamegeriya Kurdî di bin siya qedexe, girtin û astengiyan de ye

Amed (Rûdaw) – Bi taybetî piştî ragihandina rewşa awarte OHALê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gellek sazî û dezgehên ragihandin û çapemeniya Kurdî hatin girtin. 22yê Nîsanê di Roja Rojnamegeriya Kurdî de rojnameger û weşangerên Kurd rewşa niha ya ragihandina Kurdî ji Rûdawê re nirxandin.

 

Digel ku 119 sal bi ser ragihandin û çapemeniya Kurdî re derbas dibe jî astengî berdewam dikin.

 

Mûtlû Can hem Kurdînas hem jî rojnamegerek Kurd e. Wî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê lîsansa bilind a Zaravê Kirmankî qedandiye, lê wekî bi hezaran kesên wekî xwe nehatiye tayînkirin. Piştre li yekane televîzyona bi zaravê Kirmanckî li Jiyan TV dest bi karê rojnamegeriyê kiriye, lê ew jî bi rewşa awarte OHALê re hatiye girtin.

 

Mûtlû Can dibêje; “Di dawiya dawîn de mesele tê ser bêsitatûya Kurdan. Herçend şertên dinyayê yên îroyîn guherîbe jî lê belê heyf û mixabin ku di rewşa rojnamegeriya Kurdî de pir pêşketin û guhertin çênebûne. Em dinêrin ku ev ziman ji ber xwediyê sitatûyek nîne, ji ber ne zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye, wekî di her alî û warek de di warê rojnamegeriyê de jî rojnamegeriya Kurdî negihiştiye cihê ku heq dike.”

 

Çapxane an jî weşanxane beşeke girîng çapemenî û ragihandinê ye.

 

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê gellek kovar û weşanxaneyên Kurdî jî hatin girtin. Li weşanxaneyên ku nehatine girtin jî hejmara pirtûkên ku tên çapkirin nîva nîv kêm bûne.

 

Rêveberê Komele û Weşanxaneya Nûbiharê Omer Yîkîtlî jî diyar dike; “Ji sala 2013an heta sala 2015an rewşa pirtûkên Kurdî pir baş bû. Hem hejmara çapkirina pirtûkan zêde bû, hem jî firotin zêde bû. Lê belê piştî sala 2015an bi destpêkirina şer û pevçûnan re niha rewş ne pir baş e. Bo nimûne, me di salên borî de me salane 40 pirtûk çap dikir, niha daketiye 25an.”

 

Li gor amarên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê piştî ragihandina rewşa awarte OHALê di hundirê 9 mehên dawîn de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 28 TV ku 11 jê yên Kurdî ne, 5 ajansên nûçeyan, 66 rojname, 19 kovar, 36 radyo û 26 weşanxane hatine girtin. Heta niha jî 166 rojnameger girtî ne ku bi piranî rojnamegerên Kurd in.