Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dronek xist xwarê

Droneke Tirkiyeyê / AA-Temsîlî-Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ya bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye ragihand ku wan droneke Tirkiyeyê xistiye xwarê.

Li gorî nûçeya ANHAyê, endamê ku navê wî nehat eşkerekirin daye zanîn ku wan ev dron li eniya bajarê Til Temirê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê aniye xwarê û ew dron di destê wan de ye.

Wî endamê Meclisa Leşkerî daxuyand ku ew dron nizim difiriya da ku baregehên wan bombebaran bike.

Êrişên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ji 2019an ve hevdem li gel dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam dikin.

Gelek caran jî di van êrişan de sivîl tên kuştin.

Herî dawî 17ê Adarê dronekê li gundê Berxbotanê yê Kobaniyê malek bombebaran kiribû û 10 sivîl şehîd ketibûn.