Namzedê AK Partiyê yê Colemêrgê: Ne BDPyê ne jî qeyûman xizmet kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê Îsmet Olmez got, “Sê serdeman BDPyê Colemêrg bi rê ve biriye û du serdeman jî qeyûman lê xizmet nehatiye kirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê Îsmet Olmez, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Sala 2014an DBP (HDP, bi bin banê DBPyê de beşdarî hilbijartinên xwecihî bûbû) bi rêjeya ji 66,8an û sala 2019an jî HDP bi rêjeya ji sedî 59,97an li Colemêrgê bûbû partiya yekem.

Li her du serdeman jî hikûmetê qeyûm danîbû ser Şaredariya Colemêrgê û ji demê ve qeyûm li ser şaredariyê ye.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî li Colemêrgê bibe partiya yekem lê AK Partiyê jî karsazê naskirî Îsmet Olmez kiriye namzed û ew jî li bajêr xebatên xwe didomîne.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Colemêrgê  ya giştî 287 hezar û 625 e.

Nifûsa navenda Colemêrgê jî 77 hezar û 273 ye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li navenda Colemêrgê mafê dengdanê yê 39 hezar û 702 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo serokatiya Şaredariya Colemêrgê Viyan Tekçe ve Mehmet Siddik Akiş kirin namzed.

AK Partiyê biryar da ku Îsmet Olmez bibe namzedê wan ê Şaredariya Colemêrgê.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê Îsmet Olmez Akiş bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Ne BDPyê ne jî qeyûman xizmet kiriye”

Îsmet Olmez bi gotinên “Ez mirovekî ji vî miletî me, min gelek xizmet kiriye li Colmêrgê kiriye, tim deriyê min ji bo feqîr û jaran vekiribû” dest bi axaftina xwe kir û pê de çû:

“Belkî heta 2 hezar mirovan jî li cem min dişixulin, kê li deriyê min dabe min alîkarî dayê.

Colemêrgê bi xizmeta min ez qebûl kirime. Min siyaset nekiriye, em mirovekî paqij im.

Ev 30 sal in ji Colemêrgê re xizmet nehatiye kirin.

Sê serdeman BDPyê Colemêrg bi rê ve biriye û du serdeman jî qeyûman lê xizmet nehatiye kirin.”

“Artêşeke gelekî mezin a bêkaran heye li Colemêrgê”

Îsmet Olmez destnîşan kir, ji ber ku wî karên baş û paqij kirine gelek eşîrên Colêmergê piştgiriyê didinê û got:

“Nifûsa herî ciwan a Tirkiyeyê li Colemêrgê ye, artêşeke gelekî mezin a bêkaran heye li Colemêrgê.

Ciwanên me hemû li qehwexaneyan in, kar nîne.

Colemêrg cihê 30 hezar kesî ye lê em 100 hezar kes hatine. Çavên feqîriyê kor bibin, kar nîne.

Berê cihê ajeldariyê bû lê li herêma me ajeldarî jî mir. Jixwe cihê çandiniyê nîne.

Piştî vê yekê Colemêrg gelekî mexdûr bû.

Wan ez kirim namzed çimkî baweriya wan bi min tê.”

“Em goştê hevdû bixwin em dê hestiyên hevdû veşêrin”

Îsmet Olmez li ser pirsa “Tu çima dikevî nava siyasetê?” got:

“Siyaseta Colemêrgê ji bo heyata min gelekî zor e lê ez Colemêrgî me.

Em goştê hevdû bixwin em dê hestiyên hevdû veşêrin.

Ez Kurd im, bavê min Kurd e, dêya min Kurd e, ez bi Kurdî diaxivim.

Serokkomarê me (Recep Tayyîp Erdogan) mirovekî gelekî durist e, çi dibêje dike.

Ji bo me çi kiriye? Li ser me rewşa awarte rakiriye, şkence rakiriye, kanalên Kurdî vekirine, pêvajoya aştiyê daye destpêkirin.

Wî ev tişt hemû ji bo me kirine lê em xwe bixwe bi kêrî xwe nehatine.

Ez nabêjim Kurd bi kêr nayê, em ji bo vê meselyê bi kêr nehatine.

‘Çiyayê Simbil Hekarî’ û ‘Oremarê Bilind e’ (du kilamên Kurdî yên bi van navan hene) zikê kesî têr nakin.

Ez xelkê Colemêrgê me, em mecbûr in ji bo Colemêrgê.

Tenê ji bo ku ez xizmetê ji Colemêrgê re bikim min ev teklîfa şaredarbûnê qebûl kiriye.”

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê, pirsa “Hûn dê çawa xizmetê ji Colemêrgê re bikin?” jî wiha bersivand:

“Li Colemêrgê ji bêîmkaniyê xaniyên bêserûber hatine çêkirin.

Colemêrg li ser xeta erdhejê ye, ewil dê xaniyên saxlem bên çêkirin. Serokkomarê me jî ev soz daye me.

Em dê derfetên kar ava bikin, em dê rêyekê çêkin ku li dora Colemêrgê bizivîre.

Dê kargehên tekstîlê bên çekirin da çavên jinan nemînin li ber destên mêrên wan.

Em dê ji serê Keleha Colemêrgê teleferîkê bibin Keleha Bayê.

Çi ji bo Colemêrgê lazim be em dê bikin. Avên hemû dinyayê li Colemêrgê ne lê ava me jî nîne, rêyên me nînin.

Em van çêkin ji Colemêrgê re, Xweda me ji bo xizmetê nede ber şermê. Ez dê vê xizmetê bikim.”

Îsmet Olmez pirsa “Hûn dê ji bo Kurdî çi bikin?” bi vî rengî bersivand.

“Em ji dîrokê ve li vê herêmê ne, zimanê me çi be em dê bi zimanê xwe biaxivin.

Kurdînî ne ji vêga ve heye, bi hezaran sal e ku Kurdînî heye.”

“Ev mesele dê çêbibe lê ne bi kuştinê”

Olmez li ser pirsa “Tu dê ji bo zimanê Kurdî tiştekî bikî?” wiha got:

“Ev meseleyeke mezin e, ez bersivê nadim. Heke li Colemêrgê çêbû dê li deverên din jî çêbibe.

Ev mesele dê çêbibe lê ne bi kuştinê. Gundên me nemane, dibistan hatine şewitandin, pezê me çûye, rîspiyê me çûye, çanda me ya eşîretê çûye, kurê me çûye, keça me çûye.

Ev kul û kovan in di dilê me de.

Colemêrgî dibêjin êdî bes e, ku Xweda bê herê dê reyên xwe bidin me û em dê jî xizmetê bikin.

Em û dewleta xwe xwe bi hev re, di nava aştiyê de. Dewleta Tirkî têra me jî heye û têra Tirkan jî heye.

Heke em zanibin bi hev re bijîn pereyên wê jî têra me hene.”