Jineke Brîtanî ji bo neştergeriyê hatiye Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Jineke ji Brîtanyayê ji bo neştergeriya kevirê zirav serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kiriye û li nexweşxaneyeke taybet neştergeriya wê hate kirin. Pîzişkê wê got, “Li Brîtanyayê dema herî nêzîk ji bo neştergeriya wê piştî 3 salan bû.”

Pizîşkê şêwirmend ê neştergeriya giştî û doçentê Zankoya Pizîşkî ya Hewlêrê Dr. Belên Selah Koyî îro Pêncşemê 23ê Adara 2023an ji Rûdawê re ragihand, jineke Brîtanî ya bi navê Elizabeth Xoşnaw a 29 salî serdana wî kiriye û daxwaza neştergeriyê kiriye. Kevir di ziravê wê de hebûn û diviyabû zû bê emeliyatkirin.

Dr. Belên Selah Koyî diyar kir ku wî roja 25ê Sibata 2023an li nexweşxaneyeke taybet neştergeriya jina Brîtanî bi awayekî serkeftî kiriye û niha rewşa wê baş e.

Dr. Belên Selah Koyî anî ziman, “Elizabethê li Brîtanyayê serdana çend nexweşxaneyên giştî û taybet kiriye da ku emeliyat bibe lê hemûyan demên dûr dane wê, dema herî nêzîk ji bo emeliyatê li wir, piştî sê salan bûn.”

Elizabeth Xoşnaw a ku ji Brîtanyayê ye, bi Kurdekî Hewlêrê re zewicî ye, piştî ku demeke nêzîk ji bo neştergeriyê peyda nekirine, peywendî bi Dr. Belên Selah Koyî re danîne û rasterast ji bo neştergeriyê hatine Hewlêrê.

Dr. Belên Selah Koyî her wiha anî ziman, “Ew jin 163 kîlo bû û ji ber giraniya xwe bi tengenefesiyê ketibû, ji ber wê jî diviya di demeke kurt de neştergeriya wê bihata kirin.”