Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê rêya ku ev 3 meh û nîv e ji ber berf û pûkê girtîbû hat vekirin.
Rêya di navbera Erdexan-Ardanuç, ku parêzgehê bi herêma Behra Reş ve girêdide 3 meh û nîv bûn ji ber berf û pûkê ji çûnûhatinê re girtî bû.
Tîmên girêdayî Rêveberiya Rêyên Bejayî yên herêmê roja Çarşemê 22ê Adara 2023an kar û xebatên vekirina rê temamkirin û rê ji çûnûhatinê re hat vekirin.
Li gor zanyariyan nêzîkî hefteyekê ye tîmên peywendîdar li cihê ku bilindahiya wê 2 hezar û 581 metre ye karê paqijkirina berfê dikin û ev kar hat bidawîkirin.
Rêya ku hatiye vekirin ji 3ê Kanûna 2022an û heta niha girtî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse