52 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) – 52 êzîdiyên din ji destê DAIŞê, hatin rizgarkirin. Hikûmeta Kurdistanê jî dibêje, em nizanin çawa hatine rizgarkirin!
Berpirsê karûbarên kurdên êzîdî li Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re got, 52 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn ku hemû jin û zarok in û niha li salona merasiman a bajarê Şingalê ne.
Xeyrî Bozanî da zanîn ku ew kurdên êzîdî duh (22ê Adarê) ji destê DAIŞê rizgar bûne û got, em tam nizanin çawa hatine rizgarkirin. Em tenê dizanin ku ew li Sûriyê bûne û hatine rizgarkirin.
Di heyama çend rojên borî de jî derdora 50 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkriin.
Bi vî awayî, hejmara kurdên êzîdî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, gihîşt 3 hezar û 878. Li gorî amarên fermî, dema çekdarên DAIŞê havîna 2014 êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn, 6 hezar û 255 kurdên êzîdî êxsîr girtibûn.