Partiya Azadî xwe ji bin siya Newroza ENKS'ê vekişand

Comerd Hemdoş


Efrîn (Rûdaw) – PartiyaAzadî ya Kurd li Sûriyê, mîhrîcana Newrozê bi tenê li darxist û ji bin siya Newroza Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriê (ENKS) vekişand. Sedema wê jî ew e ku ENKS razî nebû nameya Hevgirtina Siyasî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê di Newrozê de bê xwendin.

Ji bervê yekê Partiya Azadî xwe ji nav mîhrîcana Newroza ENKS'ê ya li Meydankê vekişand û li cihê Newroza ENKS'ê şahiyek bi tenê lidarxist.

Li ser vekişandina Partiya Azadî ji Newroza ENKS'ê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Azadî Mihemed Elo (Bavê Selah) ji Rûdawê re wiha got: "Vekişandina wan ji ber nerazîbûna ENKS'ê ya li ser xwendina nameya Hevgirtina Siyasî ye."

Bavê Selah wiha got: "Nabe bi carekê partiyeke bi tenê weke Partiya Yekîtî (Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê) di bin siya 15 partiyan de bi navê xwe kar bike." Bavê Selah diyar kir ku ew di nava ENKS'ê de ji vî karî hatine dûrxistin û razî nabin ku bê reş kirin."

Endamê Komîteya Herêmî yê PartiyaYekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihemed Şêxmûs li ser kişandina Partiya Azadî ji Rûdawê re wiha got: "Partiya Azadî xwest nameya Hevgirtina Siyasî bixwîne, lê ev jî di bernameya ENKS'ê de nebû, ji ber biryar bû tenê nameya ENKS'ê bê xwendin."

Şêxmûs diyar kir ku ew weke partiya Yekîtî, rêzê li biryarên ENKS'ê digrin û ti tiştî bi navê Yekîtî di ENKS'ê de bikarnaynin.

Berpirsê Newroza ENKS'ê li devera Meydankê û Endamê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Nejdet Şêxo jî ji Rûdawê re diyar kir ku Azadî tenê li derveî biryarên ENKS'ê ye.

Şêxo diyar kir ku ew weke Encûmen, hemû partî rêzê li biryarên ENKS'ê digrin û wiha got: "Lê Azadî bi tenê rêzê li biryarên ENKS'ê nagre. Îro Partiya Azadî bi tenê ye."

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (E-Partî) Ebdilhemîd Silêman jî ji Rûdawê re wiha got: "Biryara ENKS'ê tenê xwendinanemeya ENKS'ê ye û ew jî rêzê li biryarên xwe digrin."

Silêman diyar kir ku eger biryarek hebe ku nameya Hevgirtina Siyasî were xwendin; "Em weke El-Partî berî hevalên me di Hevgirtina Siyasî de bin, me dê bixwesta nameya me bihata xwendin, lê biryara ENKS'ê tenê ew e nameya ENKS'ê bê xwendin."

ENKS'ê li bajarê Efrînê li 6 biryar girtibûn Newroza 2013'an pîroz bikin.