Çîroka Selmanê Mereşî û Şahraza Efrînî di bin konê erdhejê de
Mereş (Rûdaw) - Erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li pey xwe weraniyeke mezin hîşt. Efrîn û Mereş du navendên weranbûyî yên erdhejê ne. Zewaca Selman ê ji Mereşê û Şahraz a ji Efrînê ku tevî 4 zarokên xwe piştî erdhejê li navçeya Bazarcixê hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin.
Çîroka wan heta destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê diçe. Selman ji bo ku bi Şahrazê re bizewice 9 sal beriya niha diçe Efrînê.
Selman Teke yê ji Mereşê anî ziman, “Jina min a berê mir, ez tene mam û min dît ku tenê nabe, hevalekî min li Îslehiyê bû, hevalekî wî yê ji Sûrî hebû ez çûm cem wî got em biçin Sûriyê em li sînor di bin têlan re derbas bûn, me anî Îslehiyê got eger tu zarokên min qebûl bikî ez ê bi te re bizewicim, min jî qebûl kir.”
Şahraz Xanimê berê li Efrînê zewacek kiriye û ji vê zewacê du keçên wê hene, hevjînê wê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest daye. Di heman demê de wê di erdhejê de li efrînê çend kesûkaren xwe jî ji dest dane.
Şahraz Teke ya ji Efrînê got, “Li Sûriye şer hebû, herkes ket xema xwe û zarokên xwe, jiyan zehmet bû bavê min tune, diya min nexweş bû. Birayê min li me mêze dikir lê rewşa wî jî xirab bû, hinekan ji min re gotin here ji xwe re bizewice û zarokên xwe bi destê xwe xwedî bike. Min jî nedixwest ez keçên xwe bidim xezûrê xwe, min keçên xwe hildan û ez derketim.”
Ji zewaca Selman û Şahrazê du keçên din hatine dinyayê niha malbat piştî erdhejê di nava konekî de jiyana xwe didomîne.