Dersîm Dag: Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Dersîm Dag bi boneya 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê di parlamentoya Tirkiyê de bi Kurdî bang li Civata Giştî ya Parlamentoyê kir û got “Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, çanda me Kurdî ye, hest û nêrînên me Kurdî ne. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin.
Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Dersîm Dag 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê di parlamentoya Tirkiyê de bi Kurdî axivî.
Dersîm Dag amaje bi wê yekê kir ku ji ber axavtina zimanê Kurdî gelek kes hatine dirtin û kuştin.
Herwiha Dag rexne li ser qedexekirina ziman û girtina saziyên Kurdî kir û dibêje gelek dibistanên azad yên perwerdehiya Kurdî didan, kreş, radyo, televîzyon rojname û ajansên çapemeniyê hatine girtin.
Dersim Dag di axavtina xwe ya parlamentoya Tirkiyê de wiha berdewam kir “Ev sed sal in li ser zimanê Kurdî polîtîkayên înkar û bişaftinê tên meşandin. Lê ez careke din ji vir bang dikim: Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, çanda me Kurdî ye, hest û nêrînên me” Kurdî ne. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin.”
Dersim Dag: Ev sed sal in li ser zimanê Kurdî polîtîkayên înkar û bişaftinê tên meşandin. Lê ez careke din ji vir bang dikim: Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, çanda me Kurdî ye, hest û nêrînên me Kurdî ne. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin. pic.twitter.com/aL44u6UKo3
— HDP (@HDPgenelmerkezi) February 23, 2021