Kosret Resûl nameyek ji Serok Barzanî re şand

Silêmanî (Rûdaw) – Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer diyar kir ku, Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî nameyek ji bo Serok Mesûd Barzanî rêkiriye.


Îro Şemiyê (23.02.2019) Polîtbûroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi serperiştiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî civiya.


Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer di civîneke rojnamevanî de got: “Polîtbûroya YNKê îro êvarî seat 17.00 bi cenabê Kosret Resûl Elî ji bo geşedanên vê dawiyê civiya. Birêz Mesûd Barzanî nameyeke dostane ji birêz Kosret Resûl re şandiye. Polîtbûroya me bi rêz û teqdîr pêşwaziya nameyê dike. Birêz Kosret Resûl jî bi heman awayî nameyek dostane ji bo Serok Mesûd Barzanî rêkir.”


Letîf Şêx Umer anî zimna ew hêvî dikin ku di demeke nêzîk de herdu polîtbûroyên Partiya Demokrata Kutdistanê û YNKê hevdîtineke pêk bînin.


Derbarê rêkeftina di navbera YNK û PDKê de jî Umer wiha got: “YNKê helwesta xwe di civînê de dîsa wek berê diyar kir. Derbarê rêkeftinê de projeyeke me ya siyasî ya ji paketan pêk tê heye. Hemû alî hurgiliyên wê dizanin. Birayên mê yên PDKiyî ji civînên me dizanin helwesta me çawaye. Biryarên ku em di asta serokatiyê de bidin em dê PDKê jê agahdar bikin.”