Li Amedê kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê kesek li nava cadeyê bi çekê hat kuştin.

Li gorî zanyariyan li taxa Melîk Ahmetê li ser cadeya Înonuyê hinek kesan bi çekan êrişî welatiyê 44 salî yê bi navê T.T. kiriye.

Hat zanîn ku welatiyê navborî di êrişê de bi giranî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan welatiyê birîndar bir nexweşxaneyê.

Kesê birîndar tevî hewildanên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina kes an kesên êrişkar lêkolîn daye destpêkirin.