Li Wan, Mûş û Colemêrgê rêyên 72 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 72 gundan hat girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand ku îro li parêzgehên Qers, Erdexan, Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber şertên xirab ên hewayê rêya 53 gundan hat girtin.

Ji bo vekirina rêyan xebat berdewam dikin

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku li parêzgehê du roj in berf dibare û ji ber berfa zêde rêya 18 gundan hatiye girtin.

Şeyhmus Yentur got:

“Ji bo ku welatî mexdûr nebin tîmên me ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin û ji bo rêwşên bilez jî tîm hatine amadekirin.”

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê jî ji ber berfê rêya gundekî hatiye girtin.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku li Geverê ji ber berfê rêya gundekî hatiye girtin û tîmên berfê ji bo vekirina rê xebatên xwe berdewam dikin.

Tîmên Rêveberiya Rêyên Bêjahî jî li ser rêya Colemêrg û Geverê di amadebaşiyê de ne.

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Îdareya Taybet a Bêdlîsê Umit Kurtkan jî ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêya 2 gundan hatibû girtin.

Umit Kurtkan da zanîn ku di encama kar û xebatan de her du rê hatine vekirin.