Hewlêr (Rûdaw) - Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 18 kes bi gumana bazirganiya çekan hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li parêzgehên Riha, Dîlok, Semsûr, Şirnex û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê bi hinceta bazirganiya çekan operasyonek da destpêkirin.
Navenda operasyonê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bû.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de li wan her 5 parêzgehan bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girt û 18 kes desteser kirin.
Hêzên ewlehiyên kesên desteserkirî birin rêveberiya ewlehiyê.
Hat ragihandin ku di lêgerînên li wan navnîşanan de dest bi ser 5 demançe û 5 çifteyên bê ruxset û gelek gule û çend materyalên dijîtal de hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse