Banga xelkê Çewligê: Bila dewlet û welatî xwedî li Zazakî derkevin

Çewlig (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanya dersa bijarde ya zaravayên Kurmancî û Zazakî berdewam e. Li Çewligê jî ku yek ji bajarên herî zêde Zazakî lê tê axavtin, welatî banga xwedî lêderketina zimanê xwe dikin.

Li gor raporên UNESCOyê Zazakî di bin metirsiya nemanê de ye. Serokê Komeleya Pêşxistina Jîngeha Çewligê Cuma Karaarslan dibêje, eger dewlet di vê mijarê de ji dil e, bila mamosteyên ku beşên Kurdî temam kirine li dibistanên gundan û yên din damezrîne, daku zarokan fêrî zimanê wan bikin.

Serokê Komeleya Pêşxistina Jîngeha Çewligê Cuma Karaarslan got “Bi pêşketina teknolojiyê û vekirina dibistanên nû re, nifşên nû zêde bi zimanê xwe nizanin. Gava xwendin û nivîsandin bi vî zimanî nebe, wek yê xwe hest pê nake, ji zimanê xwe dûr dikevin. Ew vî zimanî mîna ku ew zimanekî prîmîtîv e dibîne û fêrbûna tirkî wek pêşanîyeke nûjen dibîne. Ew vî zimanî mîna ku ew zimanekî paşverû dibînin û fêrbûna Tirkî wek pêşaniyeke nûjen dibînin. Eleqe zêde tine, ji ber du sedeman: ji ber siyasîbûn û dûrketine mirovan ji vî zimanî. Eger hikûmet û dewlet di vê mijarê de samîmî bin, mamosteyên ku ji beşên ku li zanîngehan vekirine mezûn bûne li dibistanên gundan û dibistanên din tayîn bike û dê zarok vî zimanî jibîr nekin. Bi vî awayî pêşî li windabûna Zazakî tê girtin.”

Welatiyên Çewligê, li hember metirsiya nemana Zazakî, ji dewlet û malbatan daxwaz dikin ku baldar bin.

Welatî Mehmet Dağ “Zazakî xweş e, bila zimanê me, çanda me wenda nebe. Bila zarokên me çanda xwe wenda hîn bikin, em dixwazin bila zimanê me fêr bibin.”

Welatî Akif Kara “Eger em li malê vî zimanî fêrî zarokan nekin û û ev zarok jî her tim Tirkî fêr bibin dê zimanê xwe jibîr bikin.”

Li Çewligê heta niha bo sala 2023-2024an 5 hezar xwendekaran dersa Zazakî hilbijartine. Xwendekarên ku niha dersên Zazakî dibînin jî dibêjin, ew ji zimanê xwe pir hez dikin.

Xwendekar Yusuf Kaya Okay “Navê min Yusuf Kaya Okay, ez pir ji Zazakî hez dikim, Zazakî pir xweş e.”

Pêvajoya hilbijartina dersên bijarde li dibistanan 16ê Çileyê destpê kir û heta 10 Sibatê berdewam dibe. Malbatên ku zarokên wan di pola 5, 6, 7 û 8an de dixwînin dikarin ji bo zarokên xwe dersên zaravayên Kurdî Kurmancî û Zazakî hilbijêrin, daku zarokên wan sala 2023-2024ê dersa Kurdî werbigrin.