Kurdên êzîdî jî pişta Pêşmerge girtin: We çima wê demê dengê xwe nedikir!

23-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên êzîdî yên li Ewropayê dijîn, li dijî tohmetên Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ên derheqê Pêşmerge de nerazîbûn nîşan dan û gotin, wê rêxistinê tenê guhdarî malbatên alîgirên DAIŞê kiriye!

Rêxistina navdewletî ya Amnesty International, çend roj berê rapora xwe li ser rewşa mafên mirov li Iraq û Sûriyê belav kiribû. Di wê raporê de Pêşmerge û YPGê bi wê yekê hatibûn tohmetbarkirin ku “malên ereban wêran kirine û sûcên şer kirine”.

Rayedarên Wezareta Pêşmerge, ew tohmetên Amnest International red kiribûn û gotibûn, DAIŞ malên ereban wêran dike ne Pêşmerge.

Navenda Çandî û Civakî ya Kurdên Êzîdî li Almanya jî li hember rapor û tohmetên Amnesty Internaitonal nerazîbûn nîşan da û ragihand, rapora wê rêxistina navdewletî, rastî berovajî kiriye û tohmetên nerast avêtiye ser Pêşmerge.

Wê navenda kurdên êzîdî, ku nûnertiya kurdên êzîdî yîn li Ewropayê dike, di daxuyaniyekê de diyar kir ku di wê raporê de tenê guhdarî wan malbatên ereb hatiye kirin ku endamên wan tevlî DAIŞê bûne û alîgirên DAIŞê ne.

Di daxuyaniya kurdên êzîdî de hatiye gotin ku Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê DAIŞê dike. Eger Pêşmerge pêşiya DAIŞê negirtiba niha DAIŞ derbasî welatên din jî bibû.

Di beşek din a daxuyaniya kurdên êzîdî de hatiye gotin ku dema DAIŞê êrişî kurdênê êzîdî kir û bi hezaran keç û jinên wan revand, wê çaxê Amnesty International li kuderê bû! Çima wê demê dengê xwe nedikir!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst