Colanî: Em qebûl nakin di destê komên çekdar de çek hebin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan got, "Yekparçeyiya axê nayê nîqaşkirin û li Sûriyeyê cihê PKK/YPGê nîne."
Her wiha Serokê HTŞyê Colanî jî got, “Ne mimkûn e em qebûl bikin ku li herêmên di bin kontrola me de û li herêmên di bin kontrola HSDyê de di destê koman de çek hebin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şama paytexta Sûriyeyê bi serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) re civiya.
Piştî civînê Hakan Fidan û Ehmed Şera civîna hevbeş a medyayê saz kir.
"Li Sûriyeyê cihê PKK/YPGyê nîne"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got:
"Ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekîtiya wê dudiliyeke me nîne û ti caran jî nabe. Di hevdîtina îro de ji bo wê mijarê me îradeya xwe ya hevbeş danî holê.
Dem ne dema bisekine û bibîne ye. Divê em dest bi tevgerê bikin. Em dixwazin careke din bibêjin ku li Sûriyeyê cihê PKK/YPGyê nîne.
Dema ji girtiyên DAIŞê re çareseriyek bê dîtin pêwîst nake Amerîka li Sûriyeyê bimîne. Eger mirov lê binêre gelo Tirkiye yan PKK/YPG ji Amerîkaya re girîng e.
Ez bawer dikim ku dê Trump di mijarê de biryareke di sûda Amerîkayê de bide. Em ji bo jinavbirina PKK/YPGyê hemû tiştekî dikin. PKK/YPGyê çavkaniyên xwezayî yên Sûriyeyê dibe.”
Ehmed Şera jî ragihand, "Tevî PKK/YPGyê divê hemû komên çekdar çekên xwe deynin û çek di bin kontrola rêveberiya wan de bin."