Li Xarpêtê agir bi konteynerên karkeran ket: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Hoxuyê yê parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi konteynerên karkeran ket û di encamê de 2 karker birîndar bûn û karkerek ji ber dûxanê bi jehrê ket.

Li bajorekê Hoxuyê, îro ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi konteynerên karkeran ên avahî çêdikirin ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Agir di encama xebata tîmên agir vemirandinê de hat vemirandin.

Lê ji ber agir 2 karker ji destê xwe birîndar bûn û karkerek ji ber dûxanê bi jehrê ket.

Tîmên tenduristiyê her sê karkerên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînê.