Li Minbicê 4 zarokan bi gaza sobeyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Minbicê, 4 zarokên ji yek malbatê, ji ber dukela sobeyê di xew de canê xwe ji dest da.

Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de, bi gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derketiye 4 zarok mirin.

Dayika wan jî niha li nexweşxaneyeke bajarê Minbicê ye û rewşa wê ya tenduristiyê xirab e.

Navê wan zarokan jî Elî, Mihemed, Amal û Cûrî Xalid in.

Ew malbat ji bajarokê Şiyûxê ye li taxa Serbê ya Minbicê niştecih e.